1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. "Carek ji Caran" pirtûka zarokan derket!
"Carek ji Caran" pirtûka zarokan derket!,"carek,ji,caran",pirtûka,zarokan,derket

"Carek ji Caran" pirtûka zarokan derket!

Pirtûka çîrokan a bi navê "Carek ji caran - Çîrçîrokên şevbuhêrkan" a Yasemîn Elban ji nav Weşanên Dara derket

A+ A-

Çîrçîrok ji bo perwerdehî û pêşketina zarokan roleke giring dilîzin.

Ji bo mezinan jî wek romanan dibin mijûlayî û sebir.

Li gor zanyaran, zarok bi saya çîrçîrokan jiyanê bêhtir fêm dikin.

Di jiyanê de haya wan li gel qenciyê ji xerabiyê jî çêdibe.

Bi şer û têkoşîna qenc û xeraban, tim dibin alîgirê qencîxwezan.

Di çîrokan de giştîk karekterên qencîxwez bi ser dikevin. Ev jî dibe sebeba fikreke zindî yên serkeftina xwedî erdem û mafdariyê.

Zarok bi rêya çîrçîrokan ve... cûre û cûre karekteran dinasin.

Çîrçîrok, dinyeya xeyalan reng û reng û dewlemend dike.

Zarok bi vegotin û xwendina çîrçîrokan, peyvên nû hîn dibin, bi zimanekî rengîn rêk û pêk xwe îfade dikin.

Hêza fikir, raman û hestên xwe bi çîrçîrokan ve dikemilînin. Hûnera hizirkirina nedîtbar bi çîrokan ve geş dikin.

Pêwiste ku hemû dê û bav ji zarokên xwe re çîrçîrokan vebêjin an jî bixwînin.

Bi vegotin û xwendina çîrçîrokan ve di navbera dê, bab û zarok de danûstandineke dil û can û germ çêdibe.

Çîrçîrok, ji rastiya jiyanê dûr bên xûyan jî, lê ji bo her kesî, bi taybetî jî ji bo zarokan dinyayekê reng û reng û awerte diafirîne.

Mafê hemû zarokan heye ku bikevine nav dinyeya derêrastî û rengîn.

Pêwist e ku hemû zarok siwarê xaliçeya bi sihir bibin, behr, çiya, newal û robaran biborin, xwe bigihijine serê çiyayê qaf û bi Mirzamehedek an jî bi keybanoyekê re di nav xasbaxçeyan de bigerin.